Li Serêkaniyê şevê din şerên dijwar rû dan

Li Serêkaniyê şevê din şerên dijwar rû dan

Pevçûnên navbera hêzên YPG û komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El Nûsra ku şevê din destpê kir, heta ber destê sibê dewam kir. Li gundê Sefa yê Girkê Legê jî duh bi pevçûnên dijwar hebûn, lê derbarê encamên şer de agahiyeke zelal nehat biderxistin.

Pevçûnên dijwar li Serêkaniyê ev du rojên didomin û vê sibê cihê xwe ji şerên demî hişt. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, pevçûnên ku şeva berê li Serêkaniyê di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra de li ser riya Til Xelef destpê kiribûn heta sibehê dom kirine û niha li heremê şerên demî didomin. Hate ragihandin li gundê Sefa yê Girkê Legê şevêdin şerên demî rûdane, lê derbarê encamên pevçûnan heta niha agahiyên zelal nehatine bidest xistin.
Hate zanîn li Girê Spî (Til Ebyed) şerên demî hene lê agahiyên zelal nehatin bidest xistin. 

Di pevçûnên duh ên li Serêkaniyê de 29 çete hatibûn kuştin.