Li Serêkaniyê terora çeteyan: 2 sivîl mirî 6 birîndar

Li Serêkaniyê terora çeteyan: 2 sivîl mirî 6 birîndar

Di pevçûnên li Serêkaniyê de, komên çekdar ên ku windahiyên mezin didin, sivîlan dikin hedef. Topa hewanê ya ji aliyê komên çete ve ji aliyê Tirkiyeyê hate avêtin li malekê ket. Di encamê de 2 jinên ciwan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.

Li Serêkaniyê, pevçûnên di navbera komên çekdar û hêzên YPG'ê de di roja 12'an de didomin. Komên çekdar ku windahiyên mezin didin û xwe paşve kişandine gundê Til Xelef, piştî wêrankirina li nava bajêr pêk anîn, niha jî bi topên hawanê sivîlan hedef digirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên YPG'ê dane di saetên serê sibehê de komên çekdar bi topên hawanê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin êrîşî wargehên sivîl kirin. Yek ji topên hatine avêtin li mala welatiyekê ket. Di encamê de ji heman malbatê 2 jinên ciwan ên bi navê Hêlîn Şêxmûs a 18 salî û Bêrîvan Şêxmûs a 20 salî jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.

Cenazeyê herdu jinên ciwan di saetên nîvro de anîn Ocaxa Tenduristiyê ya li bajarê Dirbêsiyê. Her wiha welatiyên birîndar jî rakirin Oçaxa Tenduristî ya Dirbêsiyê.

PEVÇÛN DIDOMIN

Li aliyê din li Serêkaniyê şevê din komên çete êrîşî taxên ku jê hatine derxistin kirin, lê rastî berxwedana şervanên YPG'ê û şêniyên taxan hatin. Di encama pevçûnên dijwar de komên çete mecbûr man ku xwe paşve vekişînin.

Her wiha hêzên YPG'ê, li hemberî bexçeyê kesê bi navê Ismet Sêrxelî yê li nêzî Gundê Tiwêmîn ku 3 kîlometrî nêzî Serêkaniyê ye û komên çete lê bicîh bûne operesyon da destpêkirin.