Li Serêkaniyê û Çilaxa pevçûnan îşev jî dewam kirin
Li Serêkaniyê û Çilaxa pevçûnan îşev jî dewam kirin
Li Serêkaniyê û Çilaxa pevçûnan îşev jî dewam kirin
Komên çekdar ên Dewleta Îslamî/Eniya El-Nusra û hinek komên Artêşa Azad li herêma Serêkaniyê û gundê Sefa yê Çilaxa dîsa êrîş pêk anîn. Di encama bersivdayîna hêzên YPG'ê de pevçûnên dijwar derketin û tangek hate derbkirin, wesayîtek hate rûxandin û gelek êrîşkar jî hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, komên çekdar şevê din û di saetên serê vê sibehê de êrîş pêk anîn.
Li Serêkaniyê komên ku li bajaroka Til Xelef bicîh bûne, saet derdora 05.00'an de dîsa êrîş pêk anîn û xwestin ber bi bajêr ve pêş bikevin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û pevçûnên dijwar derketin.
Hate ragihandin pevçûn di navbera Serêkaniyê û Til Xelef de didomin û heta niha tangek êrîşkaran hatiye derbkirin, gelek êrîşkar jî hatine kuştin.
Her wiha hate gotin ku komên çete ji Til Xelef topan diavêjin bajêr.
LI GUNDÊ SEFA PEVÇÛN
Li gundê Sefa yê girêdayî bajaroka Çilaxa ya Girkê Legê jî komên çete şevê din êrîş pêk anîn.
Di encama bersivdayîna hêzên YPG'ê de li vir jî pevçûn derketin.
Hate ragihadin ku pevçûn heta serê sibehê bi dijwarî dom kirine û wesayîtek êrîşkaran hatiye rûxandin.
Derbarê pevçûnên cih bi cih dewam dikin de hînê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.