Li sertarê Çiyayê Karker deftera gerîla

Li sertarê Çiyayê Karker deftera gerîla

Komek ji gerîla, defterek li sertarê Çiyayê Karker bicih kir. Defter diyarî gerîlayên di Pêngava Şerê Gel ê Şoreşger ê sala 2012'an de li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dan, hat kirin.

Piştî çiyayên Cîlo û Çarçela, li çiyayê Karker jî defter hat bicihkirin. Komek ji gerîla ji bo bîranîna gerîlayên di Pêngava Şerê Gel ê Şoreşger ê sala 2012'an de li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dan, defter li sertarê çiyê bicih kir. Di axaftinên merasîma vekirinê de hat gotin, "Dîroka şaş hatiye nivîsand, dê bi ziman û pênûsa gerîla rast were nivîsandin.

Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi merasîmekê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê li sertarê Çiyayê Karker ê 3 hezar metre bilind e defterek bicih kirin. Merasîma vekirinê ya defterê di encama amadekariyeke demdirêj de di 23'ê Tebaxê de hat kirin. Ji Endamên Konseya Leşkerî ya HPG'ê Çîçek Botan jî beşdarî merasîma li sertarê Çiyayê Karker bû.

Çîçek Botan di axaftina vekirinê de, gerîlayên mora xwe avêtine binê vî karî pîroz kir û bibîr xist ku li çiyayên Kurdistanê ev defter a sêyemîn e. Botan diyar kir ku deftera yekemÎn di sala 1992'an de li Çiyayê Cîlo ya duyemîn jî di sala 2006'an de li Çiyayê Çarçela hatiye bicihkirin û anî ziman ku her sê defter jî li qada Zagrosê ne û got, "Zagros xwedî wateyeke gelekî dîrokî ye. Heta roja îro gelê Kurd ji dijminan parastiye. Ji ber vê yekê, beriya her tiştî ji bo gelê Kurd mewziyeke azadiyê ye."

Botan ragihand ku di tevahiya dîroka şaristaniyê de dîroka gelan şaş û bi kêmasî hatiye nivîsandin û got, "Em dixwazin bi defterên xeta Zagrosê re, aliyê dîroka mirovahiyê yê vê erdnîgariyê rast binivîsînin. Weke gerîla, di destpêka berpirsyariyên me de nivîsandina rast û watedar a dîrokê heye."

Botan diyar kir ku di Pêngava Şerê Gel ê Şoreşger ê sala 2012'an de destanên mezin ên berxwedanê hatine nivîsandin û şopên mayînde li dîrokê hatine neqişandin û got, "Bi taybetî şehîdên me yên Şemzînanê wê di vê defterê de cih bigirin. Cihên ew lê şehîd ketine, ji vî cihê em lê ne tên dîtin. Ew ji bo me bûn ruhê serketinê. Ev deftera li sertarê Çiyayê Karker jî dê lehengî û serketina  gerîla li dîrokê binivîsîne."

Yek ji kedkarên amadekariya defterê Sozdar Cûdî jî da xuyakirin ku Çiyayê Karker li navenda Rojhilat, Başûr û Bakurê Kurdistanê cih digire û got, "Çiyayê Karker hem bi heybeta xwe hem jî bi wateya xwe re çiyayekî girîng e. Di heman demê de navê xwe ji partiya me PKK'ê girtiye. Ji ber van hemû sedeman me ev hilbijart."

Xwediyê projeya defterê Demhat Cîlo dûre peyivî û diyar kir ku di serî de gerîlayên di Pêngava Şemzînanê de jiyana xwe ji dest dane diyarÎ hemû şehîdên Kurdistanê dikin. Cîlo da xuyakirin ku ew di sala 2004'an de li gel gerîla û derhêner Halîl Ûysal hilkişiyaye Çiyayê Cîlo yê defter lê ye û anî ziman ku hemû hevalên hingî bi wan re hilkişiyan çiyê jiyana xwe ji dest dane, lewma çavkaniya vê projeya defterê ji wan hevalên wî tê.

Cîlo anî ziman ku wateya defterê ji bo wî gelekî girîng e û got, "Jiyana gerîla jiyaneke zor û zehmet e. Lê belê wateyên tu li vê jiyanê bar dikî, van zehmetiyan kêm dikin. Haybûna ji karê xwe, taybetmendiya bingehîn a gerîla ye. Ji ber vê yekê jî ji zor û zehmetiyan hez dike."

Gerîla Tekîn Faraşîn ê ku bi tenê ji bo nivîsê binivîsîne 5 saetan hilkişiya Çiyayê Karker jî kêfxweşiya xwe ya ji ber şahidiya rojeke bi vî rengî anî ziman û destnîşan kir ku defter ne bi tenê ya gerîla ye, her kesê rêya wan bi vê derê bikevin, dikarin hest û nêrînên xwe binivîsîne.

Piştî axaftinan gerîlayan li sertarê Çiyayê Karker bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" derfter vekirin Û bi rêzê hestên xwe li defterê nivîsandin.