Li Sêrtê 4 kes hatin girtin
Li Sêrtê 4 kes hatin girtin
Li Sêrtê 4 kes hatin girtin
Li Sêrtê ji 6 kesên duh û pêr hatin binçvkirin 4 jê hatin girtin.
Li Sêrtê, 4 kesên pêr êvarê li ser rêya Berwarî-Sêrtê hatin binçavkirin û 2 kesên duh serê sibê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, li dû kar û barên li Emniyetê duh êvarê radestî dozgeriyê hatin kirin.
6 kesên ku li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên li dadgehê ji 6 kesan Mehmet Kaçar û Ahmet Nas hatin berdan, Mûsa Kûrhan, Sabrî Bark, Abdûllah Nas û Veysî Çalkin jî bi îdîaya "alîkarî dane rêxistinê" hatin girtin.
Girtî şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Sêrtê.