Li Sêrtê 4 kes hatin girtin
Li Sêrtê 4 kes hatin girtin
Li Sêrtê 4 kes hatin girtin
5 kesên şeva din li Sêrtê hatin binçavkirin jê 4 kes hatin girtin.
Li Sêrtê şeva din polîsan welatiyên bi navê Faysal Esen, Mehmet Aşkara, karmendên zabitayê Saît Kiliçaslan, Reşît Yilmaz û xebatkarê şaredariyê Şaban Sercan binçavkirin û şevê din ji bo îfadeyan derxistin û piştî îfadeyên dozgeriyê bi îdîaya "bi gefan girtin" sewqî dozgeriyê kirin. Piştî îfadeyên dadgehê Faysal Esen, Mehmet Aşkara, karmedên zabitayê Saît Kiliçaslan û Reşît Yilmaz bi îdîaya "bi gefan girtin" hatin girtin û xebatkarê şaredariyê Şaban Sercan jî serbest hate berdan.
Hate zanîn ku hinceta girtina 4 kesan jî ji ber şerê bi kesên fihûşê didin kirin, bû. Rêxistina DBP'ê ya Sêrtê têkildarî bûyerê û girtinê de dê seat di 16.00'an deli ber Şaredariya Sêrtê bi girseyî daxuyaniyê bide çapemeniyê.