Li Sêrtê meşa ji bo Ocalan hat astengkirin

Li Sêrtê meşa ji bo Ocalan hat astengkirin

Bi pêşengiya BDP'a Sêrtê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa meşaleyî hat lidarxistin û meş ji aliyên polîsan hat astengkirin.

Bi pêşengiya BDP’a Sêrtê ji bo tenduristiya û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi boneya pişgiriya gelê Rojava û meşa meşaleyî pêk bîne piştî xwarina fitarê girse li ber avahiya BDP'ê kombûn. Bi sedan hemwelatî, Serokê Rêxistina BDP'ê Mehmet Ata Înan, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Misircê Necat Yilmaz, Rêveberên BDP'ê yên navçe, navend û bajarokan, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, Meclîsa jinê ya BDP'ê, NÇM, ÎHD, TUHAD-DER, MEYADER, endamên Meclîsa Şaredariyê û tevlî meşê bûn. Dema girseyê meşaleyên xwe pêxist, dest bi meşê kir polîs jî ket pêşiya meşê û astengî derxist, herwiha destûr neda ku meş pêkbê. "Girseyê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" qîr kir.

Girseyê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê Rêxistina BDP'ê Mehmet Ata Înan balkişand ser rewşa Ocalan û wiha axivî: " Birêz Ocalan tevî şert û mercên xirab jî di pevajoya çareseriya demokratik de barê ku ket ser milê xwe û berpirsyariyên xwe bi cîh anî. Pêwîstê birêz Ocalan ji aliyê heyeteke doktoran ya serbixwe bê tedawîkirin. û ji bo azadiya Ocalan makeqanûn bê guhertin." Piştî Înan Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak balkişand ser pêvajoya aştiyê û wiha anî axivî: "Li Tirkiyeyê temînata aştiyêk mayînde birêz Ocalan e."