Li Sêrtê sê kes hatin binçavkirin
Li Sêrtê sê kes hatin binçavkirin
Li Sêrtê sê kes hatin binçavkirin
Li taxa Conkbayir a Sêrtê, duh êvarê 3 kes ji aliyê polîsên sivîl ve hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku polîsan der barê binçavkiriyan de agahî nedane parêzerên çûne emniyetê.
Faysal Esen, Mehmet Aşkara û kesekî navê wî nehat zanîn dema li Sêrtê bi wesayîtê di rê de bûn, li taxa Conkbayirê ji aliyê polîsên wesayîta wan sekinan ve kontrola GBT hat kirin û dûre hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên ji şahidên bûyerê hatin wergirtin, berî kontrola GBT, ciwanên hatin binçavkirin li dijî kesên xwestine li taxê fûhûşê bidin kirin derketine û li dû vê nîqaşê hatine binçavkirin.
Hat diyarkirin ku polîsan der barê ciwanên hatine binçavkirin de, agahî nedane parêzerên çûne emniyetê.