Li Şêxmeqsud 5 welatiyên din birîndar bûn
Li Şêxmeqsud 5 welatiyên din birîndar bûn
Li Şêxmeqsud 5 welatiyên din birîndar bûn
Li Taxa Şêxmeqsud a Helebê topbarana rejîmê didome. Di topbarana îro de endamekî asayîşê û 4 welatiyên din birîndar bûn. Bi vî rengî hejmara birîndaran gihiştin 89’an.
Li Taxa Şêxmeqsud Şerqî û Xerbî ya Helebê pevçûnên di navbera komên çekdar de û topbarana rejîma Baasê ku di 29’ê Adarê de dest pê kiribûn, di roja 4’an de jî didomin. Di topbarana îro de endamekî asayîşê û 4 welatiyên din birîndar bûn. Hate ragihandin ku hinek welatî bi guleyên çeka sûîqestê qernasê birîndar bûne. Bi vî awayekî hejmara welatiyên ku di 4 rojan de birîndar bûn gihişt 89’an.
Hate ragihandin ku ji duh êvarê ve bi dehan top li dora Dibistana Yasîn Yasîn, Kolana Eşrînê ketine taxê û bûne sedema ziyanek mezin.
Navên welatiyên birîndar bûne ev in: Ebdulmuhsin Şêx Elî Merîmîn (31), Emîn Hisên Hemada (25), Ednan Meemo (26), Samî Serqot (24), Endamê Asayîşê Mustefa Menan Reşît Şêxîtko (38), Enwer Reşît (33).