Li Şêxmeqsûd wê bi Kurdî li dibistanên fermî ders werin dayîn

Li Şêxmeqsûd wê bi Kurdî li dibistanên fermî ders werin dayîn

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê wê dersên bi zimanê Kurdî di dibistanên seretayî yên fermî dê bêne dayîn.

Bi armanca nîqaşkirina dayîna dersên bi zimanê Kurdî di dibistanên fermî de duh Meclîsa Gel a taxa Şêxmeqsûd a Helebê civîn li darxist. Di civînê de biryar hate dayîn ku, dersên zimanê Kurdî li kêleka dersên din di dibistanên seretayî yên fermî de bên dayîn.

Civîna Meclîsa Gel a Şêxmeqsûd bi beşdariya endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Xerîb Hiso û mamosteyên zimanê Kurdî ku dê bi awayekî dildarî dersên kurdî li dibistanan bidin amadebûn. Di civînê de Hiso axivî û da zanîn ku dê zimanê Kurdî bi hêsanî bê dayîn, ji ber ku ji berê de zimanê şêniyên herêmê ne. Hiso, balkişand ser biratiya gelan û jiyana hevbeş ya di nava pêkhateyên herêmê de. Hiso destnîşan kir ku, ji pêkhateyên din kî bixwaze dikare fêrî zimanê xwe bibin.