Li Silêmanî girtiyekî jiyana xwe ji dest da, hemû girtî ketin rojiya birçîbûnê
Li Silêmanî girtiyekî jiyana xwe ji dest da, hemû girtî ketin rojiya birçîbûnê
Li Silêmanî girtiyekî jiyana xwe ji dest da, hemû girtî ketin rojiya birçîbûnê
Beriya du rojan li girtîgeha Mesker Selamî ya bajarê Silêmanî li Başûrê Kurdistanê, girtiyekî agir bi bedena xwe xistibû û jiyana xwe ji dest dabû, li heman girtîgehê 300 girtî dest bi rojiya birçîbûnê kirin.
Li gorî zanyariyên bi dest ketine, li girtîgeha Mesker Selamî ya bajarê Silêmaniyê beriya du rojan girtiyê bi navê Seyîd Star piştî 14 salan di zindanê de mabû agir bi bedena xwe xistibû û jiyana xwe ji dest dabû. Hate gotin ku, ji ber sedema telefon di destê wî de hebû, ji aliyê berpirsek ê girtîgehê ve rastî êrîş û zextan hatiye. Ji ber sedema vê bûyerê jî girtî agir bi bedena xwe xistiye, piştî buyerê girtî rakirine nexweş xaneyê û şeva bihurî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî heman serçaveyan, li ser bûyerê 300 girtiyên ku di heman girtîgehê de dimînin ji bo nerazîbûna xwe nîşan bidin, dest bi rojiya birçîbûnê kirine. Hate zanîn ku girtiyan gotine; heya daxwaza lêborînekî giştî neyê kirin, yan jî hemû karmendên girtigehê ji kar neyên dûr xistin ewê dev ji çalakiya xwe bernedin û dawî lê neyînin.