Li Silêmanî ji bo rojnamevanê hatî qetil kirin xwepêşandan

Li Silêmanî ji bo rojnamevanê hatî qetil kirin xwepêşandan

Îro li bajarê Silêmanî ji bo protesto kirina qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyanî xwepêşandanekî girseyî hate lidarxistin.

Îro piştî nîvro li bajarê Silêmanî bi amadebûna rojnamevan, rewşenbîr û rêkxistinên civaka sivîl li ser cadeya Seholeke dest bi meşekî girseyî hate kirin.

Di meşêde wêneyên rojnamevan Kawa ji aliyê hempîşeyên wîve hatin hildan û pankartên liser nivîsandin “ Em bêdeng nabin”, “ Terorkirina Rojnamevanan terorkirina jiyanêye” hatin hildan.