Li Silêmaniyê 11. salvegera damezrandina PYD’ê hat pîrozkirin
Li Silêmaniyê 11. salvegera damezrandina PYD’ê hat pîrozkirin
Li Silêmaniyê 11. salvegera damezrandina PYD’ê hat pîrozkirin
Li bajarê Silêmaniyê bi munasebeta 11. salvebera damezrandina Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PYD) şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de peyama Hevserokê PYD’ê Salih Muslim şand hat xwendin. Muslim got: “PYD bi xwîna şehîdên leheng û mezin gihaye roja îro. Em soza şopandina rêça wan cardin dubare dikin.
Duh li bajarê Silêmaniyê bi şahiyeke 11. salvegera Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PYD) hat lidarxistin. Di şahiyê de gelek parlamenter, nûnerên partiyên siyasî, heyet ji herêma Başûr û deverên cuda hatibûn amade bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtina yên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane li gel xwendina Sirûda Ey Reqîp destpê kir.
Di şahiyê de nûnerê PYD’ê yê Silêmaniyê û endamê komîteya amadekar Xerîb Hiso xêrhatina mêvanan kir. Her wiha peyama Hevserokê YPD’ê Salih Muslim ji bo pîrozbahiyê şandî, ji aliyê Xerîb Hiso ve hat xwendin. Muslim di peyama xwe de xêrhatina hemû mêvanên û kesayetên di şahiyê de amade bûne kir, wiha dewam kir: “Ji ber di 11. salvegera pîrozbahiya partiya me de hûn amade ne, ez bi xêrhatina we dikim. PYD partiyeke ku bi xwîna şehîdan hatiye damezrandin û kariye bigehe rojên îro. Gelek qehreman û rêhevalên me yên giranbiha weke Şîlanan, Mamosta Osman, Îsa Hiso ku di damezrandina PYD’ê de xwedî rolekî sereke û pêşeng in, em wan û hemû şehîdên xwe bi bîr tinin, soza şopandina têkoşîna wan û bilindkirina berxwedanê dubare dikin.”
Muslim bal kişand ser berxwedana li Kobanê û seranserê Rojavayê Kurdistanê tê meşandin û wiha got: “Ev saleke pir hesas û tejî têkoşîne. Ji dema damezrandina PYD’ê heya roja îro li hemberî partiya me gelek êrîş pêk hatine. Ev jî bi saya şehîdan hemû êrîş vala hatin derxistin. Îro li Rojava bi teybet li Kobanê berxwedana rûmeta Mirovahiyê tê meşandin. Ji bo wê jî bila hemû dinya û kes bizane em ê ti carî serê xwe li hemberî van êrîşan ne danin û îxanetê qebûl nekin. Ya li Rojava hatiye damezrandin sîstemeke xwerêveberiya xweser a demokratîk e û wê dengeya Rojhilata Navîn jî çêbike.”
‘YÊN DIXWAZIN ALÎKARÎ BIKIN DERIYÊ ME VEKIRIYE’
Piştî Muslim ku Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Salih Gedo axivî, 11. salvegera damezrandina PYD’ê li hemû mêvanên hazir û gelê Kurd pîroz kir. Gedo bal kişande ser rewşa niha li Rojava û berxwedana li Kobanê tê meşandin û wiha got: “Bi teybet ev êrîşên dawî yên li hemberî Kobanê ku ji sê aliyan ve didomin, bi berxwedana gelê Kobanê, şervanên YPG/YPJ’ê yên bê hempa heya niha hiştine ku ne gihine armanca xwe û derbeyên mezin li êrîşkaran hatine dayîn.” Gedo bal kişande ser domandina embargoya hîn li ser Rojava didome û girtina deriyê sînor û wiha pêde çû: “Di rojekî wiha de yên ku dibêjin em ê alîkarî bikin, piştgirî bikin, bila kerem bikin, deriyê me ji bo hemû kesî vekiriye. Gotinên ku dibêjin em dixwazin alîkarî bikin lê PYD rê nade, vaye em cardin dibêjin kerem bikin roj roja piştgirî û alikariyê ye. Me deriyên xwe ji bo hemû alikariyên mirovane û piştgiriyê vekirine. Ti alikariya leşkerî be, aborî be yan manewî û siyasî be deriyên me vekirîne û bila kes bi gotinên vala ne xwe ne jî ti kesî ne xapîne. Ger yek alîkarî bike, bila îro bike. Lê di demek wiha de domandina embargoya li ser Rojava û girtina deriyên sînor eybekî herî mezin a mirovatiyê ye.”
Piştî axaftinên Gedo peyamên ji sazî û partiyan hatin hat xwendin. Navê sazî û partiyên peyam şandîn wiha ne:
Rêxistina Civaka Sivîl, Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK), Yekîtiya Netewiya Kurdistan (YNK), Serokê Meclisa Navendî yê YNK’ê Adil Murad, Partiya Herêmên Demokratîk a Rohilat, Civaka Îslamiya Kurdistanê, PÇDK, Partiya Jiyana Azad, Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Şueyên Kurdistan, Partiya Azadiya Kurdistanê ya Rojhilat, Partiya Şueyên Îran, Partiya Zehmetkêşên Kurdistan, Partiya Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê, Meclisa Penaberên Kurd ên ji Sûriyeyê li herêma Başûr û çend partî û saziyên din hatin xwendin.
Piştî xwendina peyaman, şahî bi stranên Koma Şehîd Berçem, Hunermend Alî aştî, Arîf Eloş bi dawî bû.