Li Silêmaniyê 15’ê Sibatê hat protestokirin

Li Silêmaniyê 15’ê Sibatê hat protestokirin

Li Silêmaniyê bi wesîleya 14’emîn salvegera komploya navnetewî ya ku di 9’ê çotmehê de li hemberî Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocolan pêk, bi beşdariya deh hezaran kesî bi meşekê girseyî hat şermezarkirin. Meşê li Baxê Gîştî despê kir  û heta  qada Tewar berdewam kir.

Li bajarê  Silemaniyê bi mebesta şermezarkirina komploya 15’ê sibatê meşek ji aliyê komîteya amedekar a PÇDK’ ê ve hate organîzekirin û bi hezaran kes tevli meşê bûn.

 Her wiha meşvan ji  Baxêgîştîheta qada  Tewara bi diruşmeyan meşiyan û li wir bi daxuyaniyekê û peyamên saziyên ku beşdar bibûn berdewam kir. Abdullwehab li ser navê PÇDK’ daxuyanî da û wiha got: “Ev komploya ku li dijî brêz Abdullah Ocalan  di 15’ê Sibata 1999’an de pêk hat ne tene girtina birêz Ocalan kirine. Armanca vê komployê di heman demê de girtina tevahiya gelê kurde”. Abdullwehab di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku çi dibe bila bibe dê gelê kurd û brêz Abdullah Ocalan bigihin azadiya xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste gelê kurd di roja îro de ji hemû demê zêdetir xwedî li îrade û rumata xwe derbikevin ta ku sekeftinê bi destbixin.”

Her wiha Perwîn Azîz endama kongireya netewi ya Kurdistanê  jî li ser navê KNK’ê daxuyanî da û got: “ Em bi tûndî vê komployê şermezar dikin û em bawerin ku gelê kurd êdî gîhaye wê astê ku xwedî li rêberê xwe derkeve û ji bo yekitiya gelê kurd a çar parçeyên Kurdistanê têbikoşe.” Piştî wê daxuyaniya PYD, RJAK û hemwelatiya azad jî hate xwendin di daxuyaniyên wan de jî hat gotin ku ew weke gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê gîhane wê astê  ku azadiya xwe bi destbixin û yekitiya xwe xort bikin.

Meşa ku li Silêmanîyê hat li darxistin bi tevlibûnekî girseyî hat meşandin. Girse ji her çar parçeyên Kudistanê pêk dihat.

Meş û daxuyanî bi şîarên ‘kesek nikare roja me tarî bike’ ,’dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan’, ‘bijî yekitiya gele kurd’ hatin berzkirin û meş bi dawî bû.