Li Silêmaniyê agir bi cihê xwendekaran ket: 3 mirî, 54 birîndar
Li Silêmaniyê agir bi cihê xwendekaran ket: 3 mirî, 54 birîndar
Li Silêmaniyê agir bi cihê xwendekaran ket: 3 mirî, 54 birîndar
Li Silêmaniyê agir biqisma (yurda) xwendevanan ket û di encamê de 3 xwendekarên zanîngehê jiyana xwe ji dest dan û 54 xwendevan jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine standin duh şev li beşa xwendekarên zanîngehê li Silêmaniyê şewat derketiye û di encam de 3 xwendekarên zanîngehê jiyana xwe ji dest dan û 54 xwendekar jî birîndar bûn. Hat zanîn xwendekarên birîndar bûn rakirine nexweşxaneya Firyakewtû ya Silêmaniyê, ji xwendekarên birîndar rewşa 8 giran birîndarin. Berpirsek yê polîsên Silêmaniyê diyar kir ku, hîn nediyare şewat ji ber çi rûda ye. Lê li ser bûyera şewata ku rûdayî hat zanîn, 2 kes hatine binçavkirin.