Li Silêmaniyê civîna sendîkayên karkeran hate li darxistin
Li Silêmaniyê civîna sendîkayên karkeran hate li darxistin
Li Silêmaniyê civîna sendîkayên karkeran hate li darxistin
Li bajarê Silêmaniyê civîna giştî ya binasaziyên karkeran hate li darxistin. Nûnerên saziyên dervey welat û saziyên karkerên bajarê Silêmaniyê tevlî civînê bûn.
Civîna bînasaziyên karkeran bi deqeyek rêzgirtina li ser rihê şehîdan destpêkiri. Her wiha nêzîkî sed û pêncî kes başdarî vê civînê bûn û di heman demê de hemû rêxistin, nûnerên saziyên derveyî welat û saziyên karkeran ên bajarê Silêmanê başdarbûn. Dîsa ji sazî û rêxistinên sivîl ên Silêmaniyê jî, her wiha gelek mêvan başdarbûn. Di heman demê de nûnerên saziyan ên beşdarî cîvînê bûn, peyamên xwe xwendin, piştgirî û hevkariya xwe a bi bînasaziya karkeran re dan diyarkirin.
Destpêkê di civînê de raporên sala derbazbûyî hate xwendin û karê hatiye kirin hate nirxandin. Her wiha rapora rêxistinî û di heman demê de, raporên darayî, ragihandinê hatin nirxandin û şîrovekirin.
Mijarên ku di civînê de hatin nîqaşkirin û nirxandin li ser ji nûve bi rengekî çalak rewş û hejariya karkeran bû . Her wiha hate gotin ku, pêwîste bînasaziya karkeran bikare rêxistina xwe xurtbike û bikare biçe pîlansaziyek nû û guncaw. Dîsa di civînê de hate gotin ku, ev bînasazî ne li ser hîmekî rêxistinên siyasî û îdeolojîke lê belê li ser hîma pirensîbên ‘’karkerî û hemwelatiye’’. Dîsa di civînê de hate aşkera kirin ku, pêwîste em bikarin di vê civînê de nûnerên hemû bajar û navçeyan hilbijêrin.
Di dawiya civînê de hilbijartin hatin kirin û encûmen hatin derxistin. Hindek guhertin di rêziknameya karkerên avahîsaziyê de hatin çêkirin. Di heman demê de guhertin bi dengdanê hatin pejirandin.
Di navbera civînê de kampanya îmzeyan ji aliyê hemwelatiya azad û yeksan ve ku ji bo NÛÇE û STRÊK TV hate destpêkirin, ji aliyê hemû beşdarvaên civînê ve hate îmezakirin û piştgirî danê.