Li Silêmaniyê ‘di qezaya kar de’ 3 karkeran jiyana xwe ji dest da

Li Silêmaniyê ‘di qezaya kar de’ 3 karkeran jiyana xwe ji dest da

Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe sektora bînasaziyê belav dibe, karkerên ku ewlehiya wan ya civakî tuneyî, ewlahiya canê wan di xeteriyê de ye. Duh jî di bînasaziyekê de ‘qezaya kar’ çêbû, 3 karkeran jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li Başûrê Kurdistanê ku her roja diçe ‘qezayên kar’ zêde dibin, duh yek din jî lê zêde bû. Duh li derdora demjimêr 16.30’an de di encama şikestina asansûra bînasaziya Şarî Dayîk ya girêdayî fîrmaya Birêz de melzemeyên bînasaziyê ketin û 3 karkerên di bin de man jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû. cenazeyê sê karkerên jiyana xwe ji dest dan rakirin Morga Tîba Edlî ya Silêmaniyê û karkerê nexweş jî birin nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku, karkerên jiyana xwe ji dest dane Erebin, rayedarên bînasaziyê hewildan destûr nedin çapemenî dîmenan bigire.

Li Başûrê Kurdistanê di van salên dawî de bilez sektora bînasaziyê mezin dibe. Ev bînasaziyên ku piraniya wan yên Tirk û Erebanin, ewlehiya can ya karkeran tê de tuneye.

Karkerekî ku nexwest navê xwe bêje got, “Yên li vir dixebitin piraniya wan ji derve tên. Pirsgirêkên me yên îqame- bicihbûnê çêdibe. Cihê em lê dimînin û xwarina me nebaşe. Di milê ewlekariyê de jî heman tengasî hene. Li vir sîstemek tuneye. Taşeronbûyîn di asta bilind de ye. Pêwîste êdî rayedar van şîrketan bixin nava kontrolê.”