Li Silêmaniyê du karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Silêmaniyê du karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Silêmaniyê du karkeran jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihandin ku li bajarê Silêmaniyê û bajarokê Şarbajê di dema karkirinê de du karkeran jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên bi destketîne li bajarê Silêmaniyê duh di dema karkirinê de karkerê bi navê Marif Hema Salih (60) û îro di seat 8’an de jî li bajarokê Şarbajê ciwanê bi navê Honer Star Rehman jiyana xwe ji dest daye.
Li ser boyerê Serokê Şaxê Sendîkaya Silêmaniyê Osman Hemê peyama ku da, bûyera mirina herdu karkeran piştrast kir.
Li gorî çavkaniyên Sendîkaya Karkerên Kurdistanê ji serê salê ve li Herêma Başûrê Kurdistanê di dema kar de 61 kesan jiyana xwe ji dest dane.