Li Silêmaniyê ji bo Kobanê greva birçîbûnê
Li Silêmaniyê ji bo Kobanê greva birçîbûnê
Li Silêmaniyê ji bo Kobanê greva birçîbûnê
Li Silêmaniyê ji bo piştgiriya ji Kobanê re ji aliyê Rêxistina Henasekanî Niştiman ve li ber Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya greva birçibûnê hat destpêkirin.
Li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê ji bo bêdengiya Herêma Federal a Kurdistanê ya li hemberî êrîşên çeteyan DAIŞ'ê şermezar bikin li ber Parlamentoya Kurdistanê ya Silêmaniyê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê Rêxistina Henasekanî Niştiman ve hat destpêkirin. Çalakgeran diyar kirin ku heta rayedarên Herêma Kurdistan bersiveke erênî bidin wan ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Çalakgeran daxwazên xwe wiha rêz kirin: "Serokê parlamentoyê ji bo Kobanê divê bi awayekî fermî bang li dewletên din bike. Civînek taybetî bi rêveberên Kantona Kobanê re bê çêkirin. Daxuyaniyek fermî ji bo pêşmergeye biçin Kobanê bê dayîn. Alîkarî ji bo penaberan bê kirin."