Li Silêmaniyê jî deng li gel pirsgirêkan tên dayîn

Li Silêmaniyê jî deng li gel pirsgirêkan tên dayîn

Ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistana Federal, dengdayîna hêzên ewlekariyê li bajarê Silêmaniyê jî ji ber pirsgirêkên amûrên elektronîk bi zehmetî tê dayîn. Her weha destûr ji rojnamevanan re nayê dayîn ku dengdanê bişopînin.

Du roj beriya hilbijartinên 21'ê Îlonê, hêzên asayîş û polîsan ji bo dengê xwe bikar bînin îro danê sibê li 8 navendên bajarê Silêmaniyê çûn ser sindoqan. 

166 hezar û 237 hilbijêr, ji bo dengdayînê berê xwe dan navendên hilbijartinê yên li Navenda Bajêr, Mînaka Taslûca, Bekreco û Raperîn. 

Dengdayîna li Silêmaniyê destpê kir, mîna li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê rastî pirsgirêka amûrên elektronîk hat. Ji ber pirsgirêkên teknîkî li ber navendên dengdanê rêzên dirêj çê bûn û ji ber rawestîna demdirêj gelek kesan bêyî dengê xwe bikar bînin, qada hilbijartinê terikandin.

Hat ragihandin ku li van navendan, destûr ji rojnamevanan re nayê dayîn ku dengdayînê bişopînin.