Li Silêmaniyê meşa piştgiriya bi Rojava re
Li Silêmaniyê meşa piştgiriya bi Rojava re
Li Silêmaniyê meşa piştgiriya bi Rojava re
Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyan ên li dijî Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Silêmaniye Seydsadiqê meşek hat lidarxistin.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên li Rojava, girtina deriyê sînor ê Sêmalka û piştgiriya bi gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê re, bi pêşengiya Partiya Çareseriya Demokratîk PÇDK’ê, rewşenbîr, nivîskarên rojnameyan û gelek rêxistinên civakî yên sivîl, danê êvarê li navçeya Seydsadiq a Silêmaniyê, meşeke girseyî hat lidarxistin. Bi sedan welatiyên beşdarî çalakiyê bûn, pankartên bi nivîsa "Em komkujiya li Rojavayê Kurdistanê lanet dikin" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hildan.
Li dû meşê, li ser navê beşdaran rojnamevan Zana daxuyaniyek da û bal kişand ser planên zirav ên komkujiya li dijî Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê. Zana got, "Em weke komek ji rojnamevan û aktîvîsên medenî yên li navçeya Seydsadiqê bi hestiyariya Kurdewar û netewî, van komkujî, êrîş û girtina deriyê sînor bi tundî şermezar dikin û bang li Hikûmeta Herêmê dikin ku di demeke zûtirîn de deriyê sînor veke û bi awayekî kirdarî alîkariya Rojavayê Kurdistanê bike."
Di dawiya peyamê de hate gotin: “Em nefret li şerê ku îro li ser birayên me ên kurd de, li Rojavayê Kurdistanê dikin û em wan êrîşên ne mirovane bi tundî şermezar dikin”.
Di dawiyê de girseya ku beşdarî meşê bibûn ji bo şeremezarkirina êrîşên li ser gelê me ê Rojava, ji kamerayên me re wiha axifîn.