Li Silêmaniyê rê nadin rojnamevan bikevin cihên hilbijartinan
Li Silêmaniyê rê nadin rojnamevan bikevin cihên hilbijartinan
Li Silêmaniyê rê nadin rojnamevan bikevin cihên hilbijartinan
Li Herêma Federal a Kurdistanê ku hilbijartin dewam dikin li hin deveran zext û pêkutî jî rû didin. Li Silêmaniyê rojnamevanê bi navê Goran Elî yê bi Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb re çû serdana wezîfeKarên sinduqan hat astengkirin.
Li Herêma Başûrê Kurdistan hilbijartin ku dewam dikin li hin deveran bûyerên nexweş rû didin. Rojnamevanê bi navê Goran Elî yê bi Hevserokê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK)'ê Diyar Xerîb re li Silêmaniyê ji bo serdana wezîfedarên sinduqan çû Dibistana Ehmedê Xanê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û dest danîn ser kamera wî. Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da û wiha got: "Em vê helwestê bi tundî şermezar dikin û pêwîst e bi taybet pêşiya rojnamevanan bê vekirin da ku proseseke bi rêkûpêk pêş bikeve."