Li Silêmaniyê RJAK’ê bi daxuyaniyekê piştgirî da kampanya YJA

Li Silêmaniyê RJAK’ê bi daxuyaniyekê piştgirî da kampanya YJA

Li bajarê Silêmaniyê bi armanca piştgirî dana kampanya Yeketiya Jina Azad (YJA) ya bi navê “Bi Jina Azad berbi Netewa Demokratîk ve” RJAK’ê daxuyaniyekî çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de bi boney 2. salvegera komkujiya Roboskî û komkujiya li Parîsê hatin şermezar kirin.

Li Bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê îro Rêxistinên Jinên Azadxwazên Kurdistanê (RJAK) bi armanca piştgirî dana kampanay Yeketiya Jina Azad (YJA) a di 21’ê Kanûna 2013’an de destpê kiriye, daxuyaniyek çapemeniyê da. RJAK’ê di daxuyaniya xwe de bi rasthatina duwemîn salvegera komkujiya Roboskî û qetil kirina sê jinên şoreşgerên Kurd li paytexê Fransa Parîsê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Jinên Azadxwazên Kurdistanê (RJAK) Bêrîvan Mihemed ve hate xwendin. Bêrîvan ku di destpêka daxuyaniyê de bi rasthatina duwemîn komkujiya Roboskî û komkujiya li paytextê Fransa Parîsê a qetilkirina sê jinên şoreşgerên Kurd bibîr anî û komkujî şermezar kir.

Bêrîvan diyar kir ku ew tûnd û tîjiya li hemberî jinê tê meşandin şermezar dikin û kampanya YJA’yê a bi dirûşma “Bi Jinekî Azad Ber bi Netewa Demokratîk ve” pîroz dikin û piştgiriya xwe jêre diyar dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bi qêrkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bidawî bû.