Li Silêmaniyê teqîn: 3 kes birîndarbûn

Li Silêmaniyê teqîn: 3 kes birîndarbûn

Li bajarê Silêmaniyê di encama teqînekê de 3 kes birîndarbûn. Li gorî agahiyên ji deverê gihiştin deste me, kesên kû di teqînê de birîndarbûne polîsin.

Li taxa Serçinar ya bajarê Silêmaniyê di demjimêrên şevê de bombeyek hatî danîn teqiya û di encama teqînê de 3 polîs birîndar bûn. Hate zanîn kû birîndar bi awayek lez rakirine Nexweşxaneya Silêmaniyê û rewşa yekê girane. 
Herwisa li gorî agahiyên ji deverê gihiştî me Hêzên Asayişa Silêmaniyê hatin cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirine.