Li Şîlo dijî DAIŞ çalaki: 4 çete hatin kuştin
Li Şîlo dijî DAIŞ çalaki: 4 çete hatin kuştin
Li Şîlo dijî DAIŞ çalaki: 4 çete hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê li hemberî nuqteyeke çeteyên DAIŞ a li derdora bajaroka Şîlo ya li ser rêya mezin a navbera Şengal û Til Hemîs de bi çekên giran çalaki pêk anîn. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ku daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku 18’ê Îlonê (îro) di saet 06.30’ê sibê de li hemberî nuqteyeke çeteyan a li derdora bajaroka Şîlo ya li ser rêya mezin a navbera Şengal û Til Hemîs de bi çekên giran çalakî pêk anîn.
NÇR-HPG got ku piştî çalakiyê sê wesayîtên aîdî çeteyan ên ji bo mûdaxeleyê hatin qadê hatin derbkirin û wiha got: “Li vir 4 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.”