Li Silopî polîsan êrîşî pîrozbahiya Newrozê kir

Li Silopî polîsan êrîşî pîrozbahiya Newrozê kir

Şeva din li Taxa Nûr ya navçeya Silopiyê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî pîrozbahiya Newrozê kir.

Şeva din li  taxa Nûr a navçeya Silopiyê ya Şirnexê bi sedan welatî ji bo Newrozê pîroz bikin hatin cem hev. Welatiyên bi stranan govend girtin, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bêyî hişyariyê bidin bi bombeyên gazê êrîşî welatiyan kir û ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiva polîsan da. Di dema bûyeran de bombeyên gazê li malan ketin. Piştî pevçûn bi dawî bûn welatî careke din hatin cem hev û Newroz pîroz kirin.