Li Silopî û Wanê Bêrîtan hate bîranîn

Li Silopî û Wanê Bêrîtan hate bîranîn

 Gerîlaya Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û gerîlayên PKK û HPG’ê ên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane li Silopî û Wanê hatin bîranîn.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) de li Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê bi boneya salvegera şehadeta gerîalya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Serokê rêxistina BDP'ê ya Silopiyê Ezîz Acer, endamên MEYA-DER, KURDÎ-DER, Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê û gelek kes tevlî bernameya bîranînê bûn. Li salona posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên 3 siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin, hatin daliqandin.

Bername bi rêzgirtinê destpêkir û endama DOKH'ê Jiyan Demîr diyar kir ku, jinên Kurd ji bo jiyaneke azad berdelên mezin dane û wiha got: "Jinên Kurd li hember hemû zilm û zordariyan bi sekneke fedayî bûn bersiv. Gelê Kurd bi hêsanî negihiştin van rojan. Divê hemû kes di riya Sema, Bêrîtan û Zîlanan de bin. Divê em di riya şehîdan de bimeşin."

Piştî axaftinan sînevîzyona ku jiyana Bêrîtan vedibêje, hat nîşandin û bername bi qîrkirina dirûşmên; "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

Navenda Çand û Hunerê Nûda ku di bin banê Şaredariya Wanê de xebatên xwe dimeşîne, ji bo gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û gerîlayên PKK û HPG'ê ku di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîranînê lidarxist. Hesverokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Musa Îtah, şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, cîgirên şaredarê Wanê Cahît Bozbay, Sebrî Abî, endamên meclisa şaredariyê û bajar, xebatkarên çandê, endamên DOKH'ê, dayîkên aştiyê, MEYA-DER, TUHAD-DER, GOÇ-DER û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Li salonê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin.

Hevserokê MEYA-DER'a Wanê Salîh Kaplan diyar kir ku, gelê Kurd ji xewê şiyar bûye û wiha got: "Bi salane ciwanên Kurd ji bo rûmet û azadiya me jiyana xwe ji dest didin. Di salên dawî de dixwazin li ser navê olê gelê Kurd tune bikin. Mînaka herî şênber fetwayên ku di mizgeftan de hatin dayîn in." Kaplan bang li hemû kesî kir ku li Rojava xwedî derkevin.

Piştî axaftinan ji bo bîranîna 36 gerîlayên HPG'ê ku di navbera 22-24'ê Cotmeha 2011'an de li Geliyê Tiyarê bi çekên kîmyewî ên artêşa Tirk hatin qetilkirin, helbest hatin xwendin. Piştre sînevîzyon hat pêşandan.