Li Silopiya pevçûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Silopiya pevçûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Silopiya pevçûn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Silopiya di pevçûna bi çekan a navbera du malbatan de kesekî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.
Di saetên piştî nîvro de li Taxa Yenîşehîr a navçeya Şirnexê Silopiyayê ji ber sedemeke nehat zanîn navbera du malbatan de pevçûn rû da. Di pevçûnê de ku çek hatin bikaranîn Zekî Onuk ê bi giranî birîndar bû piştî bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê li gel hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da. Di dema pevçûnê de ji her du malbatan jî Faysal Onuk û kurê wî yê navê wî nehat zanîn, Lokman Onuk, Serhat Onuk, Gulcan Onuk, Omer Naycî, Aras Naycî, yusuf Naycî gelek kesên ku xwestin berevaniyê bikin birîndar bûn û ew birin nexweşxaneyên Silopiya û Cizîrê.
Hat ragihandin ku rewşa kesên birîndar baş e. Têkildarî bûyerê ku hîna kesek nehatiye binçavkirin polîsan lêkolîn da destpêkirin.
Li gel vê Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz, rêveberên navçeyan û bajêr ên DBP’ê hatin ber nexweşxaneyê û banga hestiyariyê li malbatan kirin.