Li Silopiyayê polîsan mûdaxaleyî xwepêşandanê kir

Li Silopiyayê polîsan mûdaxaleyî xwepêşandanê kir

Li Silopiyayê YDG-H'ê ji ber qetil kirina 3 welatiyên Geverê û neberdana parlementerên girtî yên BDP'î protesto kir. Polîsan mûdaxaleyên endamên YHG-H'ê kir.

Li navçeya Silopiya Şirnexê endamên YDG-H'ê ji ber qetil kirina 3 welatiyên Geverê û redkirina berdana parlementerên girtî yên BDP'î li taxa Şehîd Harun Boy û Cudî yê riya wesayîtan girtin û xwepêşandan li darxistin. Di xwepêşandanê de polîsan bi wesayîtên zirxî û bombeyên gazê mûdaxaleyên endamên YHG-H'ê kir. Ciwanan jî bi keviran, molotofkoktey, bombeyê deng û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan û di navbera ciwanan û polîsan de şer û pevçûn derket. Bi molotofkokteylên ku ciwanan avêtin wesayîtên zirxî wesayît dinava agir de man. Di dema bûyeran de komek ciwanan fîşengê hewayî û molotofkokteyl avêt lojmanên leşkeriyê.

Şer û pevçûnên di navbera ciwan û polîsan heta derengiya şevê berdewam kir.