Li Silopiyayê şeva bi şer û pevçûn
Li Silopiyayê şeva bi şer û pevçûn
Li Silopiyayê şeva bi şer û pevçûn
Li Silopiyayê ji ber 9'ê Cotmehê salvegera derxistina Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan a ji Suriye yê ciwanan çalaki pêk anîn. Polîsan mudaxeleyî ciwanan kir û heta derengiya şevê pevçûn berdewam kir.
Li taxa Başak ya Silopyaya Şirnexê bi pêşengiya Însîyatîfa Gelê Silopyayê, bi boneya şermezarkirina 9'ê Cotmehê Roja derxistina Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan a ji Suriye yê û têkildarî "Pakêta demokratîkbûnê" ciwanan çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de polîsan mûdaxaleyê ciwanan kirin. Bi sedan ciwan li taxa Başak û Barbarosê li hev civiyan û xwepêşandan lidarxistin. Ciwanan di çalakiyê de wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên PKK'ê û KCK'ê hilgirtin. Ciwanên ser û çavên wan pêçayî bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" dest bi meşê kirin û xwepêşandan lidarxistin. Piştî meşê ciwanan li ser rê berbest çêkirin û polîsan jî bi ava şid û bombên gazê mûdaxaleyê ciwanan kirin. Ciwanan jî bi kevir, molotofkokteylan û bombeyên deng bersiv dan polîsan, şer û pevçûn dest pê kir.
Şer û pevçûnên di navbera ciwanan û polîsan destpêkir her çû dijwartir bû. Dengên bombeyan li taxa Başak û Barbaros bilind dibûn. Bi dehan wesayitên zirxî yên ku ji bo mûdaxaleyan dihatin rastî molotofkokteylên ciwanan hatin. Di dema mûdaxeleyan de polîsan ketober li ser hev bombeyên gazê avêtin taxan li ser vê yekê şeniyên taxan bertek nîşan dan. Şêniyên taxan derketin berbanan û serbanan bi çepik, silogan û tilîliyan bertekên xwe nîşandan û kiryarên polîsan protesto kirin.
Pevçûnê heta derengiya şevê berdewan kir, bi vekişîna polîsan a nava taxan çalakî bi dawî bûn.