Li Silopiyê 8 kes hatin binçavkirin
Li Silopiyê 8 kes hatin binçavkirin
Li Silopiyê 8 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin.
Yekîneyên polîsan serê sibê li taxên Yenîşehîr, Başak, Nûh û Cûdiyê di ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de 8 kes hatin binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin evin: Dawût Uysal, Selamî Aşan, Abdullah Guven, Mîrcan Guzel, Samî Borak, Newroz Şengîl, Çekdar Yalçin û Huseyîn Ayik. Hate zanîn ku, kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Silopiyê.