Li Silopiyê bi hezaran jin ji bo Rojava meşiyan
Li Silopiyê bi hezaran jin ji bo Rojava meşiyan
Li Silopiyê bi hezaran jin ji bo Rojava meşiyan
Li Silopiyê, beriya çalakiya nobedê ya şevekê ji bo piştgirîdayina gelê Rojava re, bi hezaran jin ber bi sînor ve meşiyan.
Li navçeya Şirnex Silopiyê, li ser banga Tevgera Jinê ya Azad û Demokratîk (DOKH) û Meclîsa Jinan a BDP'ê, bi hezaran jin ber bi gundê Rihaniye meşiyan.
Di meşê de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan û xebatkarên şaredariyê jî amade bûn.
Li gel hejmareke zêde ya leşkeran, bi hatina parlamenterên BDP'ê ya bundê Rihaniye re, meşa ber bi qada çalakiya nobedê destpê kir.
Di meşê de pankartên bi nivîsa "Her der Rojava her der berxwedan", "Şoreşa Rojava projeya Rêber Apo ye", "Şoreşa Rojava ne bêxwedî ye", "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye" û "Kurdistana bêsînor, berxwedana bêsînor" hatin vekirin.
Girseya gel bi dehan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê vekirin û tim û tim dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana YPG'ê" qêriyan.
Girseya gel a gihaşt qada li ber sînor, li ber stranên hatin gotin, govend gerand.
Çalakiya nobedê wê heta sibê dewam bike.