Li Silopiyê bi hezaran kes tevlî ahenga Heftiya Qehremanan bûn

Li Silopiyê bi hezaran kes tevlî ahenga Heftiya Qehremanan bûn

Li navçeya Silopî ya Şirnexê di pêşengtiya MEYA-DER’ê bi hezaran kes tevlî ahenga “Heftiya Qehremanan” bûn.

Di pêşengtiya MEYA-DER’ê de biboneya “Heftiya Qehremanan” ya di navbera 21-28’ê Adarê de li Taxa Başak ya Silopiyê aheng hate li darxistin.  Li gel endamê MP BDP’ê Alî Damar, Serokê BDP’a Silopiyê Muhsun Kunur, MEYA-DER, KURDÎ-DER, rêveberên BDP’ê, aktivîstên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê û xebatkarên Navenda Çanda Laleş, bi hezaran kes tevlî ahengê bûn.

Ahenga ku bideqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, hemûyan bi yek dengî “Ey Reqîb” xwendin. Li cihê ku aheng lê hate lidarxistin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji pêşengên PKK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd), Mazlûm Dogan û alên KCK’ê û PKK’ê hatin daliqandin. Sînevîzyona pêşengên PKK’ê yên jiyana xwe ji dest dane hate pêşandan. Di ahenga ku bênavber sloganên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin”, demek dirêj ala kesk, sor û zer ya 15 metre dirêj demek dirêj di salonê de gerandin.

Endamê MP BDP’ê Alî Damar di ahengê de axivî û got: “Em bi tekoşîna ewladên qehreman yên Kurdan ku jiyana xwe ji dest dane gihan vê rojê. Em careke din soz didin ku em dê girêdayî bîranên wan bin. Em dê bîranînên wan di tekoşîna xwe de bidin jiyan kirin. Eger îro muzekereyên aştiyê destpêkiribin, bi saya Birêz Ocalan û şehîdane. Em careke din şehîdên xwe yên qehreman bibîrtînin.”