Li Silopiyê êrîşa çekdarî: Kesek mir

Li Silopiyê êrîşa çekdarî: Kesek mir

Li navçeya Silopiyê ciwanek yê Sûriyeyê rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.

Şeva din di demjimêrên dereng de li taxa Yeşîltepe ya navçeya Silopî ya Şirnexê ciwanê binavê Reşîd ku paşnavê wî nehate zanîn, ji aliyê kes yan jî kesan ve hate gulebaran kirin. Ciwanê ku hate diyarkirin ku, 17-18 salî yê ji Heleba Sûriyeyê, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Polîsên ku hatin cihê bûyerê, piştî hûrkolînan cenazeyê Reşîd bi ambûlansê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Hate hînbûn ku, cenazeyê Reşîd ku li morgê tê rawestandin, dê ji bo otopsiyê bişînin Amedê.

Têkildarî bûyerê lêpirsînê destpê kir.