Li Silopiyê Taniş û Denîz hati bîranîn

Li Silopiyê Taniş û Denîz hati bîranîn

Rêxistintina BDP'ê ya Silopiyê, windahiyên Silopiyê Serokê HADEP'a Silopiyê Serdar Taniş û Sekreterê DEHAP'ê Ebubekîr Denîz ku 12 sal berê ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ya Silopiyê ve di bin çavan de hatin windakirin bi bernameyekê bi bîr anî.

Li navça Silopiya Şirnexê di 25'ê Çileya 2001'an de qereqola cendirmeyan ya navçeyê gazî Serokê HADEP'a Silopiyê Serdar Taniş û Sekreterê Rêxistina HADEP'ê Ebûbekir Denîz kirin. Pişti ku Denîz û Taniş çûn Fermandariya Cendirmeyan û heta niha tu agahî ji her duyan nehat girtin. 12 sal li ser windabûna Taniş û Denîz re derbaz bûn. Li gel 12 sal derbaz bûn û malbatên Denîz û Taniş û siyasetmedarên ku mijarê dixin rojeva Meclisa Tirkiyeyê, Serokwezîr û Serok Komariyê jî tu encam nehat bidest xistin.

Di biryara Dadgeha Mafên Mirovan ua Ewropayê ya 2'ê Tebaxa 2005'an dayî de hat gotin; "Tirkiyeyê madeya 2'emîn ya Peymana Mafên Mirovan ya Ewropayê (PMME) binpê kiriye û berpirsyarên windakirina Denîz û Taniş rasterast meqamên fermî ne." Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) ji ber van sedeman Tirkiye mehkum kir û biryar girt ku Tirkiye 172 hezar Euro bide malbatên wan.

Bi boneya 12'emîn salvegera windahiya Taniş û Denîz Rêxistina BDP'a Silopiyê li avahiya BDP'ê bernameya bîranînê pêk anî. Di bernameyê de Endamê Meclisa Alî Damar, Serokê Rêxistina BDP'a Şirnexê Bakî Katar, Serokê BDP'a Sîlopiyê Muhsun Kunur, Şaredarê Tilqebînê Sînan Uysal, parêzeren endamen Baroya Şirnexê, rêveber û nûnerên MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Di bernameya biranînê de wêneyên Taniş û Denîz hatin rakirin. Komê di bernameyê de bê navber sloganên "Şehîd namirin", "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" û "Zext me bêzar nakin" qîr kirin. Bernameyê bi rêzgirtinê destpê kir.

‘POLÎTIKAYÊN DEWLETÊ NEHAT GUHERTIN'

Di bernameyê de Serokê BDP'a Silopî Muhsun Kunur diyar kir ku, 12 salin Serokê HADEP'ê Serdar Taniş û Sekreterê HADEP'ê Ebubekir Deniz hatine windakirin û ji bo dîtina wan dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Kunur xwest demek kurt kujer bên darizandin û aqûbeta windayan bê ronîkirin. Kunur destnîşan kir ku, li gel hikûmeta AKP'ê 11 salin li ser karin, lê heta niha tu gavên ronîkirinê nehatiye avêtin.

Herî dawî keça Ebubekîr Denîz Ceylan Denîz jî axivî û wiha got: "Ez bang li rayedarên dewletê dikim û dibêjim Em wekî zarokên Deniz ji dewletê bavê xwe dixwazin. Denîz piştre nameya nivîsandibû xwend. Denîz anî ziman ku, gelo ji bo bavê wê bê kuştin bavê wê sûcekî çawa kiribû. Dema Denîz axivî her kes hestyar bûn.