Li Sine ji ber hilweşîna dîwarê girtîgehê 2 girtî mirin
Li Sine ji ber hilweşîna dîwarê girtîgehê 2 girtî mirin
Li Sine ji ber hilweşîna dîwarê girtîgehê 2 girtî mirin
Du girtiyên cezaxwarî li girtîgeha navendî ya Sine ji ber hilweşîna dîwarekî girtîgehê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî rapora komisyona pêşîgirtina îşkenceya girtiyên siyasî û sivîl, du girtiyên cezaxwarî li girtîgeha Sine ji ber hilweşîna dîwarekî girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Navê van herdu kesan ne hatiye diyar kirin.
Piştî bûyara ku du girtiyan tê de jiyana xwe ji dest dan, girtiyên girtîgeha Bendîxanê êrîş kirin berpirsê girtîgehê û birîndar kirin. Piştî vê bûyerê li girtîgehê 14 girtî têne rêkirina hucreyên yek kesî.
Girtîgeha Sine ku ji 11 beşên girtî têde têne ragirtin pêk tê, ji ber sedema kevniya girtîgehê, ti garantiya ewlehiya girtiyan nîne.
Hêjay gotinê ye ku beriya niha bi demekê berpirsê girtîgehên herêma Sine ragihandibû ku pirsgirêkên herî serekî yên girtîgehan derz bûna dîwaran û kevinbûna girtîgehane û wiha gotibû: “ Hêvîdarim bi cudakirina pareyên pêwîst ji bo çêkirina girtîgehan, girtîgehên nû dê bêne çêkirin û heya niha 53 hektar erd jî hatiye desteser kirin.”