Li Sineyê ji ber vexwarinên bê kontrol 8 kes mirin

Li Sineyê ji ber vexwarinên bê kontrol 8 kes mirin

Rejîma Îranê ya ku li vexwarina şerab û vexwarinên din ên bi alkol qedexe kiriye, li Kurdistanê jî rê li ber karînan madeyên hişber û vexwarinên bê kontrol vedike. Herî dawî li Sineyê derdora 50 kesên ku ji ber vexwarina şerabê jehrî bûn rakirin nexweşxaneyê û ji wana 8 kes jiyana xwe ji dest dan.

Roja 23’yê sibatê li Sineyê 50 kesên ku ji ber vexwarina şerabê jehrî bûn rakirin nexweşxaneyê û ji wana 8 kes jiyana xwe ji dest dan. Navên 5 kesên ku jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Kiyamuser Rûhlayî, Hemîd, Star Husênpenahî, Necmedîn Seîdpenahî, Ehemd Rûstemî. Navên her sê kesên din nehate zanîn.

 Rejîma Îranê ya ku di qanûnên xwe de vexwarina madeyên bi alkol û madeyên hişber qedexe dike, lê Rojhilatê Kurdistanê li gel ku çavê xwe lê digire, di bin çavdêriya artêşê û dezgehên sixûrî de bazirganî û belavkirina van madeyan tê kirin.

Beriya demekê Berpirsê Giştî yê Hêzên Îmtiyazê ya rejîma Îranê Îsmaîl Ehmedî Muqedem da zanîn ku li seranserê Îranê 200 hezar kes madeyên hişber bi kar tînin.

Li gorî daneyên fermî yên polîsên Îranê, tenê li parêzgeha Sineyê ku weke serbajarê Rojhilatê Kurdistanê tê zanîn 21 hezar kes madeyên bi kar tînin. Her wiha, di warê xwekuştinê de li Îranê herêma kurdistanê rekor şkandiye. Bi taybet Sine, Îlam, Kirmanşan û Hemedan di rêzên yekemîn de ne. Li gorî hin lêkolînan, rêjeya xwekuştina heftane li Îranê 13 ye û ev rêje tenê li Îlamê 4 e.

Gelek mînakên berbiçav yên vê yekê ku hêzên rejîmê pê radibin tên dîtin. Tenê li gorî daneyên fermî yên polîsê têkoşîna li hember madeyên hişbir, li parêzgeha Sine 21 hezar kes ku bêhtirê wan ciwan in madeyên hişbir bi kar tînin.

Li gorî raporên polîs ku di çapemeniyê de cih girtine, tenê li parêzgeha Sine hejmara kesên madeyên narkotîkê, ango madeyên hişbir bi awatekî sîstematîk bikar tînin ji sedî 196 zêdetir bûye. Di raporê de her weha tê îdîakirin ku li parêzgeha Sine ku 21 hezar kes van madeyan bi kar tînin, sala 2012’ê hezar û 744 kesên wekî muhtedê madeyên hişbir hatine tesbîtkirin, haitne şandin bo navendên destjêberdana van madeyan.

LI URMIYEYÊ DI BIN ÇAVDÊRIYA DEWLETÊ DE TÊ FIROTIN

Rejîma Îranê her roj li deverekê bi îdîaya ku bazirganiya madeyên hişbir dikin hin kesan darve dike. Lê aliyê din hêzên girêdayî Spayê Pasdaran, bêyî ku rastî ti astengiyan werin li Rojhilatê Kurdistanê madeyên hişbir li ciwanan belav dikin. Li gorî hin şahidên ji derdora Urmiyeyê ku nexwestin navên xwe aşkere bikin,  li derdora Urmiyê û bi taybetî li gundên herêma Tirgeverê, hin kesên girêdayî spayê pasdarên di nav ciwanan de madeyên hişbir belav dikin.

 Li gorî heman çavkaniyê, bi taybetî di du mehên dawî de, 20 kesên ku temenê wan di bin 20 salî re ne û girêdayî spayê pasdaran in, li gundên Tirgeverê Enbê , Mewana, Şêban, Tilû, Xwoşeko, Sûlkê, Tileke, Gocar, Derbend, Talun, Şêx Şemzîn, Hele Felle, Qesirk û Avdê bi madeyên hişbir li ciwanan belav dikin.