Li sinorê Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê 3 kasibkarên Kurd dibin berfê de man

Li sinorê Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê 3 kasibkarên Kurd dibin berfê de man

Li ser sinorê di navbera bajarê Rojhilatê Kurdistanê Ûrmiyê û Bakûr de 3 kasibkarên Kurd dibin berfê de man, di encamê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyên nûçeyan duh li Çiyayê Şehîdan yê ku dikeve di navbera bajarê Rojhilatê Kurdistanê Ûrmiyê û Bakûr de 3 kasibkarên Kurd yên xelkê Pîrancixê ya girêdayî Somaya Ûrmiye di bin berfê de mane û jiyana xwe ji dest dane. Hat rigihandin ji aliyê gundiyên herêmê ve cenazeyê kasibkarekî hatiye derxistin, lê ta niha yê du kesên din nehatîne dîtin.

Hat ragihandin ku li herêma bûyer pêkhatiye ji berî çend rojan nêzî metre û nîvekê berf hatibû.

Di 7’ê Kanûnê de jî li navçeya Ûrmiyê Tergewerê du kasibkarên Kurd dibin berfê de mabûn.