Li sînorê Kobanê bi guleyên rastî êrîşî gel dikin
Li sînorê Kobanê bi guleyên rastî êrîşî gel dikin
Li sînorê Kobanê bi guleyên rastî êrîşî gel dikin
Li sînorê Kobanê leşker û polîsên Tirk êrîş birin ser girseya ku li ber konên ji aliyê leşkeran ve hatibûn rakirin kom bibûn. Hat ragihandin ku di êrîşan de bi guleyên rastî êrîşî gel kirine.
Di êrîşa polîs û leşkeran a berî niha bi kêliyekê de, panzer û TOMA jî li hemberî gel tên bikaranîn û bi awayekî zêde gazê diavêjin gel. Gel jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dide.
Hat ragihandin ku di êrîşê de gelek wesayîtên welatiyan zerar dîtine û êrîşa polis û leşkeran jî didome.
Li sînorê Kobanê êrîşeke din
Di êrîşên tevahiya rojê de 30 jê giran nêzî 100 kes birîndar bûn. 30 kesên ji bombeyên gazê bandor bûn, rakirin nexweşxaneyên li Riha. Yên din jî li Nexweşxaneya Pirsûsê tên tedawîkirin. Polîs bi taybet dema endamên çapemeniyê dike hedef nahêle rojnamevan dîmenan bikişînin.
Di encama êrîşa polîsan de rojnamevan Turabî Kîşîn bi bombeya gazê ji lingê xwe birîndar bû.