Li sînorê Kobanê mayîn teqiya: 3 zarok birîndar bûn
Li sînorê Kobanê mayîn teqiya: 3 zarok birîndar bûn
Li sînorê Kobanê mayîn teqiya: 3 zarok birîndar bûn
Mirovên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ neçar man ji Kobanê koçê Bakurê Kurdistanê bikin ketin eraziya bi mayîn. Di encama teqîna mayînê de 3 zarok birîndar bûn.
Malbatên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ hewl dan ji Kantona Kobanê bên navçeya Pîrsûs a Rihayê ketin eraziyê bi mayîn a li herêma Deriyê Sînor yê Murşîtpinarê û mayîn bi wan de teqiya. Di teqînê de Ahmet Mustafa yê 14 salî, Mazhar Mahmud ê 7 salî û Diyar Alî yê 12 salî bi giranî birîndar bûn.
Zarokên ji bo tedawiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê piştî mudaxeleya yekem a li vir Mehmet Akîf sewqî Nexwexaneya Lêgerîn û Perwerdeyê ya Akîf Înan a Riha hatin kirin.
Hat hînbûn ku rewşa zarokên birîndar girane.
Li gel vê jî hat hînbûn ku zarokên birîndar bi saetan ji bo ambulansê li sînor hatin rawestandin.