Li Sînorê Roboskî mudaxeleya leşkeran

Li Sînorê Roboskî mudaxeleya leşkeran

Ji ber leşkeran bi guleyên rastî û bombeyên gazê mudaxeleyî welatiyên di gundê Roboskî re di sînor re derbas bûn kirin, bûyer derketin.

Bi sedan leşkerên di saetên zû yên danê sibehê de ku sewqî herêmên sînor ên gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê hatin kirin, bi bombeyên gazê û guleyên rastî mudaxeleyî welatiyên danê êvarî bi hêstirên xwe yên vala di Zozana Şîrît li nêzî kevirê sînor ê hejmar 15 re vedigeriyan malên xwe kirin. Li gel hewldanên hevdîtina rêveberên navçeyê û Hevserokê Şaredariya Qilabanê Yunus Urek ên beriya mudaxeleyê bi leşkeran re jî leşkeran mudaxeleyî welatiyan kirin. Li ser bihîstina mudaxeleyê bi sedan welatî hatin sînor û bûn mertalên zindî. Leşkeran bi guleyên rastî û bombeyên gazê mudaxeleyî welatiyên hatin ber sînor kirin û welatiyan jî bi keviran bersiv dan.

Beriya mudaxeleyê Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz ê bi Waliyê Şirnexê re axivî, diyar kir ku welatî ji bo pêdiviyên xwe yên jiyanê bi cih bînin çûne û hê jî ku êşa komkujiya Roboskî tê jiyîn pêwîst e trajediyeke din rû nede. Sariyildiz destnîşan kir hebûna leşkeran a sînor ne rewa ye û wê destûr nedin tu pirsgirêkeke nû rû bide.