Li Sirînê çeteyan 80 welatî revandin
Li Sirînê çeteyan 80 welatî revandin
Li Sirînê çeteyan 80 welatî revandin
Komên çete yên dewleta Îslamî ya Iraqa û Şam/Eniya El-Nusra êrîşî bajarokê Sirîn ê ser bi Helebê kirin û 80 welatî revandin.
Komên Çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê duh di saetên êvarê de êrîşî bajaroka Sirîn ku 35 kîlometrî dikeve başûrê Kobanê, kirin.
Li gorî agahiyan, êrîşkaran dest danîn ser firina bajarokê, herêm dorpêç kirine, malên welatiyan talan kirine û 80 welatiyên Ereb revandine. Hate gotin ku niha bajarok di rewşek metirsiyê deye û ji ber ku firin nikare kar bike nan li bajêr nema ye.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku komên çekdar malên gelek welatiyan talan kirine û hînê jî talan dikin. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku komên çekdar bajarok dorpêçkirine û rê li ketin û derketinê girtine. Hate gotin ku komên çekdar rê nadin ku madeyên xwarinê jî derbasî bajarokê bê kirin.