Li Şirnex, Elbak û Şemrexê civînên hilbijartinê

Li Şirnex, Elbak û Şemrexê civînên hilbijartinê

DBP’ê bi lezdayîna xebatên xwe yên hilbijarinê re li navendên cuda bi delegeyên gel re civîn li darxistin.

Rêxistina BDP’a Şirnexê ji bo hilbijartinên pêşwext yên hilbijartinên herêmî di çarcoveyekî mezin de li navenda Şirnexê Civînên gel lidarxistin.

Li sanola Şaredariya Şirnexê bi beşdarbûna 480 delegeyan civîn pêk hat. Di civînê hevserokê BDP’a Şirnexê Bakî Katar axivî û bang li her kesê kir ku beşdarî meşa di 7’ê Mijdarê ya protesto kirina dîwarê şermê bibin.

Rêxistina BDP’ê ya Elbakê bi civînekî gel namzetê şaredariyê da naskirin.

Rêxistina BDP’ê ya navçeya  Şemrexê jî li avahiya navçeyê gel di derbarê namzetê serokiya şaredariyê de civîna  agahîdayînê li darxist.