Li Şirnex û Cizîrê 21 kes hatin binçavkirin
Li Şirnex û Cizîrê 21 kes hatin binçavkirin
Li Şirnex û Cizîrê 21 kes hatin binçavkirin
Li Şirnex û navçeya Cizîrê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt û bi îdîaya endamên "YDG-H"ê ne 21 kes kirin binçavan.
Yekîneyên midûriyeta polîsan ên Şirnex û Cizîrê serê sibê bi îdîaya endamên "YDG-H'ê" ne 21 kes kirin binçavan. Polîsan çalakiya 22'ê Kanûnê ya li Qada Omer Kabakê weke sedem nîşan da. Di serdegirtina malan a li Şirnexê de 18 kesên ku navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta polîsan a Şirnexê.
Li navçeya Şirnex Cizîrê jî polîsan bi ser gelek navnîşanan de girtin. Polîsan bi îdîaya endamên "YDG-H"ê ne 2 jê xebatkarên şaredariyê bi giştî 3 welatî binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malan de Omer Şaşmaz û Îzettin Yildiz û Ekrem ku paşnavê wî nehat zanin birin midûriyeta polîsan a Cizîrê.
Du roj berê jî dîsa di serdegirtina malan de Omer Oyan, Behiye Erkul, Elîf Acar, Alî Tetîk û Nurettîn Erkûl hatibûn binçavkirin. Di 2 rojên dawî de 8 kes hatibûn binçavkirin.