Li Şirnex û Dêrsimê serdanên ji bo gorên gerîlayan
Li Şirnex û Dêrsimê serdanên ji bo gorên gerîlayan
Li Şirnex û Dêrsimê serdanên ji bo gorên gerîlayan
Bi wesîleya Cejna Remezanê, li navçeya Şirnex Qilabanê û li navçeya Dêrsim Pêrtagê, gorên gerîlayan hatin ziyaretkirin.
Li navçeya Şirnex Qilabanê, goristana li bajarokê Hîlalê hat ziyaretkirin. Li gel endamên Rêxistina BDP'ê ya Bajarokê Hîlalê, girseya gel çû serdana gorên gerîlayên HPG'ê Munîr Îlîm (Mazlûm Goyî) û Mîslîh Kara (Zagros Garzan) ên di salên 2011 û 2012'an de di şer de jiyana xwe ji dest dan û li Goristana Şêx Ebûbekir hatin veşartin. Ziyaret bi xwendina dûayên li ser gorên gerîlayan, bi dawî bû.
LI PÊRTAGÊ GORA HAYDAR ŞALLIKAYA HAT ZIYARETKIRIN
Li Dêrsimê jî gora gerîlayê PKK'ê Haydar Şallikaya (Ebû Muslum) ê di sala 1998'an de li sêgoşeya Hafîf, Ûlaş û Kangal a Sêwasê li gel çar hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, ya li gundê Horik ê Pêrtagê hat ziyaretkirin. Di serdana bîranînê de li gel malbata Şanllikaya, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Dêrsimê Ergîn Dogrû, rêveberên BDP'ê yên Bajêr, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Pêrtagê Abdûrrahman Yalgin, Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Pêrtagê Erdal Kotan û gelek kes amade bûn.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Dêrsimê Ergîn Dogrû li vir peyivî û got, "Me ji Elîşêran, Seyid Rizayan ev çanda têkoşînê dewir girt. Ev hevalê me yê îro li vê gora em li ser in radizê, neferek ji vê têkoşîna rûmetdar e. Eger em îro bi hêsanî karê xwe dikarin bimeşînin, ev bi saya lehengên me yên bê nav in. Niha êdî wezîfe ya me ye. Divê xwedî li têkoşîna Ebû Muslum were derketin û di rêya wî de bi biryardarî têkoşîn were dayîn."
Piştî merasîma li ser gorê, ji bo Şallikaya xwarin hat dayîn.