Li Şirnex û Geverê serdegirtinên malan
Li Şirnex û Geverê serdegirtinên malan
Li Şirnex û Geverê serdegirtinên malan
Li navenda Şirnex û navçeya Geverê ya Colemêrgê di serdegirtinên malan de herî kêm 11 kes hatin binçavkirin.
Li taxên Şirnexê yên Vakifkent, Yenî Mahalle, Îsmet Paşa û Cumhuriyet di saet 02.00’ê şevê de polîsên girêdayî Muduriyeta Emniyetê ya Şirnexê girtin ser gelek malan.
Di serdegirtinan de bi personelê Şaredariya Şirnexê Şêxmûs Ugur re Faysal Ertaş û du kesên ku navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Kurdistaniyên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn li Muduriyeta Emniyetê ya Şirnexê tên ragirtin.
LI GEVERÊ BI FERMANA DOZGER SERDEGIRTINA MALAN
Şevê din li Geverê di encama serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Bi fermana Dozgeriya Komarê ya Colemêrgê li Geverê saet nêzî 03.00’an li taxên Esentepe, Cumhuriyet , Gungur, Kişla û Orman her wiha li gundê Xurekanaserî jî di serdegirtina malan de gelek ciwan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de ku polısan formayê "Barcelona" pirs kirin bal kişand. Ji hin kesên hatine binçavkirin ên navên wan hatine tspîkirin wiha ne:
Savaş Ozmen, Dildar Bellîer, Îhsan Aksu, Yunus Kesîcî, Çetîn Atalay, Mehmet Tatli, Muhammet Aslan"
Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin birine Muduriyeta Emniyetê ya Polîsan. Her wiha hat diyarkirin dibe ku kesên bên binçavkirin zêde bibin.