Li Şirnexê 18 kes hatin binçavkirin

Li Şirnexê 18 kes hatin binçavkirin

Li Şirnexê bi îdiaya ku endamên YDG-H’ê ne polîsan 18 kes binçav kirin.

Li navenda Şirnexê di operasyona ku hatî li darxistin de bi îdaiya ku endamên ‘Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatpar’ (YDG-H) ne 18 kes hatin binçav kirin. kesên ku hatîne binçav kirin tên îdia kirin ku endamên YDG-H’ê yên ku duh li Şirnexê rê kontrol kirîne, ku dema rê kontrol dikirin dîmenê wan di çapemeniyên de hatibûn belav kirin. Pîştî dîmenan operasyonê destpêkir.