Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin

Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Hezex a Şirnexê, endamê Meclîsa Şaredariya Hezexê Muzaffer Oktay û Abdurahman Yalçin, dema li ber bandava li derveyî navçeyê bûn ji aliye polîsan ve hatin binçavkirin.

Oktay û Yalçin ên hatin binçavkirin, birin Midûryeta Emniyetê ya navçeyê.

Li vir piştî îfadeyan polîsan bang li kesê bi navê Nusret Akay û Nusret Kaya kirin. Hat ragihandin ku her du kesên çûn qereqolê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

4 kes piştî îfadeyan sewqî edliyeyê hatin kirin. Her çar kesên ku hîn li dozgeriyê ne, nehat zanîn ka ji bo çi hatin binçavkirin.