Li Şirnexê 450 endamên CHP’ê îstîfa kirin

Li Şirnexê 450 endamên CHP’ê îstîfa kirin

Ji ber axaftinên nijadperest ên Parlementera CHP’ê ya Îzmîrê Bîrgul Ayman Guler, li Şirnexê ji 946 endamên CHP’ê 450 îstîfaya xwe dan Rêxistina CHP’ê ya Şirnexê.

Hate diyarkirin ku derbarê mijarê de agahî dane Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû. Bi giştî li Şirnexê 946 endamên CHP’ê hebûn û ji vana 496 kes îstîfa kirin.

Duh jî li Wanê rêveberê CHP’ê Nizam Şen tevî du kurên xwe ji ber gotinên nijadperest ên Gulerê ji CHP’ê îstîfa kirin.