Li Şirnexê 8 kes hatin girtin
Li Şirnexê 8 kes hatin girtin
Li Şirnexê 8 kes hatin girtin
Li Şirnexê ji 16 kesên hatin binçavkirin jê 8 kes hatin girtin.
Li Şirnexê beriya 3 rojan polîsên taybet û tîmên tevgera taybet li taxên Yeşilyurt, Bahçelîevler û Yenî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de 16 kesan binçav kirin. Polîsan ji 16 kesan 2 kes li Midûriyê serbest berdan û 14 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dozgeriyê kir. Dozgeriyê jî piştî lêpirsîna 14 kesan pêk anî, kesên bi navê Vedat Ercan, Serkan Sumbul, Agit Nas, Deniz Yurga, Ozgur Taşar û Emin Magrur serbest berdan. 8 kesên din jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeyên 8 kesan guhdarî kir, kesên bi navê Ramazan Atak, Rahmet Bayar, Ebubekir Çelik, Mehmet Adiguzel, Kerem Sumbul, Mehmet Magrur, Ali Urper û Îsmail Akça bi îdîaya "Beşdarî çalakiyên dijzagonî bûne" girtin û şandin girtîgehê.
Şevê din jî Hevseroka Rêxistina BDP'ê navçeya Şirnex Elkê Vahîde Erdem û birayê wê Îbrahîm Erdem li navçeya Cizîrê dema li parkê rûniştibûn ji aliyê polîsên sivîl ve hatin binçavkirin. Erdem birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Îbrahîm Erdem piştî demekê serbest hat berdan, lê hevseroka BDP'ê ya Elkê Vahîde Erdem şandin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
Dîsa endamê Meclîsa Şaredariyê yê Elkê Ozgur Ulaş jî rojek berê hatibû binçavkirin û hêj li Mudûriyeta Polîsan a Şirnexê ye.